PÊŞANGEHA ŞEHÎD HEREKOL A PIRTÛKAN DI ROJA 2’YEMÎN DE DIDOME

Rojava Tv
1 Min Read

 

Pêşangeha Şehîd Herekol a Pirtûkan a Navneteweyî ya 9’emîn di roja 2’yemîn de li bajarê Qamişlo dewam dike.

Pêşangehê duh bi dirûşma “Pirtûk kilîta şaristaniyê ye” dest pê kiribû û di roja duyemîn de rastî eleqeyeke mezin tê.

Di roja duyemîn de; hejmarek xwendekarên asta seretayî li gel mamosteyên xwe serdana pêşengehê kir.

Zarok li beşê taybet ê zarokan geriyan. Kovara Mizgîn û pirtûkên ji Pirtûxaneya Rona wekî diyarî ji zarokan re hate dayîn.

Pêşengeha Şehîd Herekol a Pirtûkan rojane di demjimêr 10.00’an de tê vekirin û heta 21.00’an ji bo pêşwaziya mêvanan vekirî dimîne.

Share This Article