Li Qamişloyê Koma Wênexêzên Cizîrê bi navê ‘Berxwedana Rûmetê’ pêşangehek vekir. Di pêşangehê de 75 tablo tên pêşandan.
Pêşagah ji bo bîranîna şehîd Denîz Çiya û şehîd Ziyad Heleb îro li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya li Qamişloyê hat organîze kirin.
Di pêşangehê de 75 tablo tên pêşandan.
Pêşangeh bi amadebûna şêniyên bajêr û hunermendan dest pê kir.
Pêşangeh ji aliyê dayikên şehîdan ve hate vekirin.
Di vekirinê de piştî deqeya rêzgirtinê, hevserokê TEV-ÇAND’Ê Xelîl Tehlo axivî û got: “Ji bo berxwedana li Şêxmeqsûdê me xwest bîranînekê çêkin û me ev pêşangeh vekir. Li Helebê me dît ka çawa serî ji dijmin re nehat tewandin.
Hêjayî gotinê ye ku Pêşangeh dê 3 rojan dewam bike.
