Rêvebera Komîteya Cenaretoran di Şaredariya Gel a Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê Perwîn Salih derbarê kêmkirina seatên vêxistina Cenaretoran di herdu taxan de ji Rojava Tv re axivî.
Perwîn Salih diyar kir ku ji ber dorpêça li dijî herdu taxan ji aliyê hêzên hikumeta Veguhêz a Sûriyê, em neçar dimînin ku seatên kehrebê kêm bikin. Ev jî bandorek mezin li jiyana rojan ya herdu taxan dike.
