25’ê çileyê QSD li gel hêzên ewlekariya hundirîn û bi piştevaniya hewayî a hevpeymaniya navnetewî odeya operasyonan ya pêngava tolhildana şehîdên reqa li dijî şaneyên DAIŞ`ê destpêkir.
Heta niha hejmareke mezin ji çeteyên daiş ê hatin girtin , her wiha miqdarek mezin a cebilxaneyan hatine desteserkirin.
Rojnamevan zenda dîrok ku operasyonê ji nêz ve dişopîne got , operasyon serkeftî derbasdibe û pêşî li pilanên şaneyên çeteyên daiş girtiye.
Zenda dîrok diyar kir ku çeteyên hatine girtin li xwe mukirtên û operasyon li ser mikurhatinên wan çeteyan berfireh dibe .
Heta niha di pêngavê de bi dehan çeteyên daiş û kesên bi wan re alîkarin hatine girtine û pêngav di roja xwe ya 5’an de bi biryareke xurt dewam dike.
