Pêkhateyên herêma bakur û rojhilatê sûriyê bi boneya cejina musilmanan ya qurbanê,di nav amadekariyan de ne.
pêkhateyên herêmê ji kamêriya rojava tv re helwet û kêfxweşiya xwe anîn ziman û gotin ku,ew bi coşeke mezin cejna xwe pîroz dikin.
Îroj, 15’ê Hezîranê roja Weqfa Erefatê ye û di 16’ê Hezîranê de ango sibe jî gelê musliman li seranserî cîhanê wê Cejna Qurbanê bi coşeke mezin pîroz bikin.
Bi hatina Cejna Qurbanê re li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, liv û tevgereke zêde li nava bazaran heye û xelk amadekariyên pêşwaziya cejna xwe dikin.
Li bajarê hesekê, bazar bi rengên Cejnê, mîna cilên nû, şekir û şêraniyên cejnê hatiye xemilandin û xelkên wê jî serî li kirîna van keresteyan didin.
xelkên Hesekê ji kamîreya Rojava Tv re behsa amadekariyên xwe û tevgera li bazarê dikin.
li bajarê Qamişlo jî, heman reng li nava bazarê belave û xelkên wê dibêjin, di nav bazaran de coş ,heycan û kêfexweşiyeke mezin heye.
Tevî zext ,êrîş û hemû tengasiyên ku pêkhateyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêre rû bi rû ne, lê bi hevgirtin û yekîtiyê hemû tengasiyan li dû xwe dihêlin û cejina qurbanê bi hevre pêşwazî dikin.
