MIHEMED ELÎ KU BI ÎŞKENCEYA ÇETEYÊN TIRKIYÊ ŞEHÎD BÛ, HAT OXIRKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

 

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê,bi merasîmeke bi heybet cenazeyê şehîd Mihemed Elî ku bi sedema îşkenceya çeteyên dewleta Tirk jiyana xwe ji dest dabû, spartin axê.

Merasîm ji Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir a li taxa Şêxmeqsûd wergirt û ber bi goristana li gundê Pino yê li herêma Şeqîfê ve birê ket.

Di merasîmê de rêveberên Meclisa Olî Mihemed Qasim axivî û diyar kir ku Mihemed Elî bi awayekî ku tu ol û wijdan qebûl nakin, rastî îşkenceyê hat û ev yek kîna çeteyên Tirkiyeyê ya li hember Kurdan nîşan dide.

Piştî axaftinê cenazeyê şehîd li pakrewangeha şehîdan hat oxirkirin.

Share This Article