Partiyên Kurd yên Rojava bi civînekê girîngiya lidarxistina konferansekê giştî li Rojava, astengiyên rûbirûyî pêkanîna yekitiya Kurdan, belgenameya siyasî û neteweyî nîqaş kirin.
Digel pêşdeçûnên lez li qada Sûriyeyê, partiyên Kurd li kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 16’ê Adarê de kom bûn û pêşdeçûnên siyasî û neteweyî nîqaş kirin.
beşdaran li ser dozên girêdayî astên niştîmanî û neteweyî yên hatine pêşniyarkirin, girîngiya lidarxistina konferanseke Kurdî li Rojava û bandorên derengmayîna wê nîqaş kirin.
Di dawiya civînê de daxuyaniyek hat dayîn û têde de piştgiriya tam û giştî ji bo Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi hemû saziyên wê yên sivîl û leşkerî hat dayîn.
