PARTIYA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK LI KOBANÊ KONFERANSA XWE YA 3’EMÎN LI DAR XIST

Rojava Tv
1 Min Read

Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê ya bajarê Kobanê konfernasa xwe ya 3’emîn li dar xist.
Konfernas bi beşdariya endam û rêveberên partiyê, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser û rêxistinên jinan, li navenda çand û hunera Baqî Xido hate lidarxistin.
Di konferansê de raporên karûxebatê hatin xwendin û nîqaş li ser hatin kirin.
Her wiha astengiyên ku PYD’ê pê re rû bi rû dimîne, hatin nîqaşkirin û nexşerêya xebatê ya dema pêş jî hate danîn.
Ev demeke PYD’ê li seranserî herêmê konferansên xwe li dar dixe û biryar e di mehên li pêş de konfernasa xwe ya giştî li dar bixe.

Share This Article