Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya Qamişlo komxebatek bi dirûşma “Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî xwe biparêze” li dar xist.
Komxebat li Hola Nêrgiz a li bajarê Qamişlo bi amadebûna bi dehan jinên ji bajarên Qamişlo, Til Hemîs, Tirbespiyê, Til Koçer, endamên sazî û tevgerên jinan li dar ket.
Koxebat bi nirxandina Tundiya li ser jin û rola wê di nava civakê de despê kir.
Piştre beşdaran nêrînên xwe derbarê tundiya li dijî jinan, bandor û çereseriyên wê de anîn ziman.
Beşdaran dan zanîn ku sedema pêşîn a tundiyê adetên paşverû yên li ser jinan têne ferzkirin.
Têkildarî rêgirtina li ber tundiyê jî hate diyarkirin ku divê destpêkê jin wateya azadiyê nas bikin,her wiha divê di mafdayîna di civakê de hevsengî hebe.
Piştre beşdar li koman hatin dabeşkirin û pirsên girêdayî komxebatê nîqaşkirin.
Komxebat bi pêşniyaran bi dawî bû.
PARTIYA SÛRIYA PÊŞEROJÊ LI QAMIŞLO TUNDIYA LI SER JINAN NÎQAŞ KIR
