Partiya Sûriya Pêşerojê ya Reqayê îro bi daxuyaniyekê, êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û got, li dijî tevahî êrîşan ew ê asta berxwedanê bilind bikin.
Daxuyanî li pêşiya navenda Partiya Sûriya Pêşerojê ya bajarê Reqayê hat xwendin.
Partiya Sûriya Pêşerojê di daxuyaniya xwe de êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hedefgirtina sivîlan bi tundî şermezar kir.
Partiyê got, careke din dewleta Tirk fersend ji şerê Îsraîl-Hamasê girt û êrîşên xwe yên bi balafirên mirov li dijî herêmê zêde kir.
Her wiha Partiyê diyar kir ku bêdengiya Civaka Navnetewî li hemberî sûc û kiryarên dewleta Tirk dirûtiyek li hemberî herêmê ye û tekez kir ku êrîşên dijmin dê vîna wan neşkîne û li dijî tevahî êrîşan ew ê asta berxwedanê bilind bikin.
PARTIYA SÛRIYA PÊŞEROJÊ LI HEMBERÎ ÊRÎŞAN PEYAMA BERXWEDANÊ DA
