PARTIYA SÛRIYA PÊŞEROJÊ BI FORUMEKÊ TUNDIYA SIYASÎ YA LI SER JINAN NÎQAŞ KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Meclîsa Giştî ya Jin a Partiya Sûriya Pêşerojê îro di bin navê” tundiya siyasî ya li ser jinan” forumeke diyalogê li bajarê Reqayê lidar xist.
forum bi beşdariya nûnerên sazî, meclîs, partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl li hola mişwar a li bajêr li dar ket.
Di forumê de tundiya siyasî ya li ser jinan, înkarkirina hebûna jin û tundiya li dijî jinan ji aliyê qanûnê ve hatin nirxandin.
Hat gotin ku, li hember kiryar û tundiyên li ser jinan ên ku ji bo bêdengkirin û înkarkirina hebûna wan, tê kirin pêwîstî bi têkoşînê heye.
Paşê sînefizyonek li ser jiyana şehîd Hevrîn Xelef hat pêşandan û deriyê nîqaşê ji beşdaran re hat vekirin.
Foruma diyalogê ya Meclîsa Giştî ya Jin a Partiya Sûriya Pêşerojê bi encamnameyekê bi dawî bû.
Ji xalên encamnamyê, derxistina qanûnên ku li dijî tundiya li ser jinê têdikoşin, belgekirina kiryarên li dijî jinan û şandina wan ji dadgehên navnetewî re, misogerkirina beşdariya jin di
destûra nû de.

Share This Article