PARTIYA EL-WETEN EL-SÛRÎ LI HESEKÊ REWŞA SÛRIYÊ NIRXAND

Rojava Tv
1 Min Read

Partiya El-Weten El-Sûrî komxebatek ji bo nîqaşkirina rewşa Sûriyê li Hesekê li dar xist.

Komxebat bi beşdariya Endam û rêveberên partiyên siyasî, eşîreyên herêmê û rêxistinên civaka sivîl pêk hat.

Piştî deqeyek rêzirtinê hevserokê MSD’ê Mehmûd El Mislit û berpirsê Ofîsa Têkiliyên MSD`ê Hesen Mihemed Elî axivîn.

Axêveran diyar kirin ku herêm ber bi projeyek nû ve diçe ku Peymana Sykes-Picot derbas dike û Sûriye dê venegere dewletek navendî wekî berê.

di dawiyê de beşdaran nêrîn û nirxandinên xwe parve kirin û tekezî li ser rola QSD’ê ya avakirina sûriyaya nû kirin.

Share This Article