Koordînasyona Jin a Rêveberiya Xweser li herêma cizîrê îro bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku Berxwedana Efrînê ya 58 rojan li dijî êrîşên balafirên dewleta tirk, muhra xwe li dîrokê da.
Bi salvegera 5’emîn a êrîşên dewleta tirk a dagirker li dijî Efrîn û gundewarên wê, Koordînasyona Jin a Rêveberiya Xweser li herêma cizîrê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de tekez kir ku berxwedaneke gelerî ku 58 rojan dewam kir li dijî Êrîşa 20 çile a li dijî Efrînê, pêk hat.
Koordînasyon dibêje vê berxwedanê muhra xwe li dîrokê da.
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, Di heman dîroka êrîşa li dijî Efrînê, şaneyên DAIŞ êrîşî girtîgeha sînaa kirin û hewl dan hebûna xwe ya erdnîgarî vegerînin.
Koordînasyona Jin a Rêveberiya Xweser li herêma cizîrê şehîdên “Gurzê gelan” ango êrîşa zindana Sînaa bi bîr anî her wiha berxwedana gelê Efrînê silav kir.
Koordînasyonê her wiha tekez kir ku bi vîna jinan wê hrêmên dagirkirî rizgar bibin.
