PARÊZERÊN QAMIŞLO DERBARÊ ŞERÊ LI SIWÊDAYÊ NIRXANDIN KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

 

Di derbarê şer û pevçûnên li parêzgeha Siwêdayê, parêzerên bajarê Qamişlo ji Rojava Tv re nirxandin kirin.
parêzeran destnşan kirin ku ji ber desthilat li gor berjewendiyên xwe tevdigere ,ev alozî bererhtir bû.

Ji 13’ê vê mehê ve li Parêzgeha Siwêdayê yê Başûrê Sûriyê, şerekî dijwar di navbera komên durzî û çekdarên Hikûmeta veguhêz a Sûriyêde diqewimin, di encama vî şerî de gelek sivîl, jin û zarok bûn qurbanî.

Derbarî şer û pevçûnên li siwêdayê ,parêzerên ji bajarê Qamişlo ji Rojava Tv re nirxandin kirin.

Parêzer Xalid Umer diyar kir ku ji ber hikumeta veguhêz a sûriyê li gor berjewendiyên xwe tevdigere, ev sûc û alozî li siwêdayê qewimîn .

Her wiha parêzer û pisporê zagonên navdewletî Ciwan Îso jî anî ziman ku Hikûmeta veguhêz a di Sûriyê de dixwaze siyasetên xwe li ser gelê sûriyê ferz bike.

Li gorî amarên ku herî dawiyê hatine bidestxistin di encama şer û pevçûnên li parêzgeha Siwêdayê diqewimin ,zêdetirî hezar û 100 kesî ku di nav de jin û zarok jî hene, hatine qetilkirin.

Share This Article