DORPÊÇA HIKÛMETA ŞAMÊ AZARÊN KOÇBERÊN EFRÎNÊ GIRANTIR KIRIYE

Rojava Tv
1 Min Read
DORPÊÇA HIKÛMETA ŞAMÊ AZARÊN KOÇBERÊN EFRÎNÊ GIRANTIR KIRIYE

Dorpêça ku hikmeta Şamê li ser kantona Şehbayê ferzkiriye, azarên koçberan pir girantir dike.
Koçberên Efrînê ku li kantona Şehbayê dimînin diyar kirin ku buhabûna kel û pelan barê wan yê koçberiyê girantir kiriye.

Berdewamiya êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk, israra neçareseriya Hikumeta Şamê û dorpêça ji her alî ve ya li ser gelê bakur û rojhilatê Sûrîyê, hişt ku Kirîza aborî ya cîhanî li herêmê jî zêdetir bibe.

Bi taybetî di van demên dawiyê de, nirxên pêdiviyên rojane û kelûpelan buna bûne.

Welatiyên kantona Şehbayê û koçberên Efrînî jî astengî û zehmetiyan dikşînin û ji ber bihayê bêserûber êdî nikarin pêdiviyên xwe peyda bikin.

Welatiyê bi navê Elî Doxlî ku koçberê Efîna dagirkirî ye û li navçeya Fafînê dimîne, dibêje ji ber dorpêça Hikumeta Şamê ya li dijî Şehbayê, ew rastî gelek zehmetiyan tên.

Her wiha welatiya bi navê Zelox Mihamed ku ew jî ji koçberên Efrînê ye dibêje ku buhabûna kel û pelan barê wan girantir kiriye.

Ev zêdeyî 2 sal in, hikumeta Şamê li dijî Kantona Şehbayê dorpêçeke giran ferzkiriye. rêxistinên mirovî jî li himberî van kiryaran heya roja me ya îro, bê deng in.

Share This Article