PARÊZERÊN EFRÎNÊ BI DAXUYANIYEKÊ TECRÎDA LI DIJÎ RÊBER APO ŞERMEZAR KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Yekîtiya Parêzeran a kantonên Efrîn û Şehbayê bi daxuyaniyekê tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir.

Yekîtiya parêzeran dibêje, dewleta Tirk Rêber Abdullah Ocalan ji tevahî mafên wî yên sereke bêpar dike û bi wê yekê re yasayên mafên mirovan bin pê dike.

Her wiha diyar dike, girankirina tecrîdê li gorî yasayên navdewletî îşkenceyeke mezin û sûcê şer e.

Di beşekî din de Yekîtiya Parêzeran aşkere dike, nameyên gefxwarinê yên li dijî Rêber APO wê yekê nîşan didin ku tenduristiya Rêber APO di bin metirsiyê de ye.

Yekîtî dibêje, armanca dewleta Tirk ji girankirina tecrîdê têkbirina doza gelê Kurd e.

Di dawiyê de Yekîtiya Parêzeran bêdengiya CPT’ê şermezar dike û banga mezinkirina têkoşînê dike.

Share This Article