NIVÎSGEHA TÊKILIYAN YA MSD’Ê KOMXEBATEK LI BAJARÊ DÊRIKÊ LI DAR XIST

Rojava Tv
1 Min Read

Nivîsgeha Têkiliyan ya Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê bi sernavê “piştî peymana Saykis Bîko, geşedan û bandorên wê yên li ser Sûriyê”, komxebatek li Dêrikê li dar xist.

Komxebat bi beşdariya rêveberên MSD’ê, partiyên siyasî û rêxistinên jinan hate lidarxistin.

Di komxebatê de du beş hatin nîqaşkirin. Di beşa yekem de hevserokê Nivîsgeha Têkiliyan ya MSD’ê Hesen Mihemed Elî li ser bidawîkirina peymana Saykis Bîko axivî.

Di beşa duyem de jî rêveberê navenda Sûrî ya Lêkolînan Nasir Hec Mensûr li ser doza gelê Kurd ya li Sûriyê axivî.

Piştre beşdaran jî nêrînên xwe bi parve kirin.

 

Share This Article