NIVÎSGEHA JINAN A TEV-DEM`Ê SÛCÊN ÎRANÊ LI DIJÎ JINAN ŞERMEZAR KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Nivîsgeha Jinan a TEV-DEM′ê ya herêma Firatê bi daxuyaniyekê sûc û binpêkirinên dewleta Îranê li dijî jinan şermezar kirin û bang li cîhanê kir ku piştgiriyê bidin têkoşîna jinên Îranê.
Daxuyanî bi beşdariya bi dehan endamên Nivîsgeha Jinan a TEV-DEM′ê li pêşiya navenda tevgerê ya li bajarê Kobanê hate dayin.
Di daxuyaniyê de kuştina ciwana bi navê Armîta Girawend ku di 28′ê Cotmehê de li ser destê hêzên Îranê hate kuştin, şermezar kirin.
Her wiha sûcên kuştin û tundiya li dijî jinan li her devera cîhanê şermezar kirin û destnîşan kirin ku ev sûc encamên zihniyeta baviksalar a desthilatdar in.
Nivîsgeha jin a TEV-DEM′ê di dawiyê de bang li tevahî jinên cîhanê kir ku ji bo bidestxistina azadiya xwe, li dijî van sûcan têkoşîneke hevpar bidin meşandin.

Share This Article