Kongra Star ji bo nîqaşkirina rola jinan ya di nava şoreşa 19’ê Tîrmehê de komxebateke berfireh li bajarê Hesekê li dar xist.
Di komxebatê de 4 mijarên sereke yên weke bandorên geşedanên siyasî li ser rewşa jinan, têgeha “qirkirina jinan” û wateya wê, destkeftiyên jinan ên di şoreşa rojava de û pêwîstiyên ji bo parastina destkeftiyan hatin nîqaşkirin.
Kongra Star bi boneya salvegera 12’emîn a şoreşa 19’ê Tîrmehê bi dirûşmeya “Bi têkoşîna hevbeş em ê şoreşa jinan biparêzin”, komxebatek li bajarê Hesekê li dar xist.
Bi dehan endamên saziyên sivîl û leşkerî, rêxistinên jinan, partiyên siyasî, kesayetên sivîl û aktîvîst beşdarî komxebatê bûn.
Di komxebatê de 4 mijarên sereke yên weke bandorên geşedanên siyasî li ser rewşa jinan, têgiha “qirkirina jinan” û wateya wê, destkeftiyên jinan ên di şoreşa rojava de û pêwîstiyên ji bo parastina destkeftiyan hatin nîqaşkirin.
Komxebatê bi wergirtina nêrîn û pêşnîyarên beşdaran dewam kir û jinan bi hev re tekezî li ser parastina destkeftiyên şoreşê kirin.
Komxebata Konga Star bi gelek encamnameyan bi dawî bû û ji giringtirînên wan jî, xurtkirina rola jinan ya di nava qadên jiyanê de, parastina mafên wan û vekirina perwerdeyan bûn.
