NIVÎSGEHA JINAN A PARTIYÊN SIYASÎ A KOBANÊ GIRÎNGIYA NASKIRINA YPJ’Ê NÎQAŞ KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Di bin slogana “Di bin ala Yekîneyên Parastina Jinan de, jinên Sûrî ji bo azadî, edalet û wekheviyê dibin yek” de, Nivîsgeha Jinan a partiyên siyasî li Kobanê semînerek diyalogê li dar xist.

Semîner li hola Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), bi beşdariya hejmarek jin û şervanên jin ên ji Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) hate lidarxistin.

Di semînerê de du mijarên serek hatin nîqaşkirin: Rola Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) di parastina jinan û parastina Sûriyeyê de û Rola jinan di avakirina Sûriyeyê de

Semînerê axaftin û destwerdanên cûrbecûr, û her weha pêşandana belgefîlmek li ser têkoşîna jinan û rola wan di civakê de hewandin û bi daxuyaniyekê bi dawî bû .

Daxuyaniyê tekez kir ku beşdariya jinan di dezgehên rêveberî û dadweriyê de divê ji %50 kêmtir nebe. Her wiha banga ji nû ve pênasekirina rola Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) wekî hêzek neteweyî ya Sûriyeyê û naskirina wê di nav sîstema parastinê ya pêşerojê de kir.

Share This Article