Nexweşxaneya Zarokan a Reqayê rojane xizmetên xwe bi awayekî bêberamber pêşkêşî welatiyên kantona Reqayê û gundewarên wê dike.
Li gorî daneyên ku Rojava TV bi dest xistine, rojane zêdeyî 200 zarokî ji xizmetên vê naxweşxaneyê sûdê dibînin.
Yek ji avahiyên herî girîng ên ku piştî rizgarkirina Reqayê hatine avakirin, Nexweşxaneya Zarokan a Reqayê bû.
Nexweşxane ji bo pêşkêşkirina hemû xizmetên pizîşkî ji şêniyên bajarê Reqayê û gundewarê wê re bê pere kar dike.
Di vê derbarê de, Rojava TV hevpeyvînek bi Dr.Mehmûd Bozo re kir û hin agahî li ser nexweşxaneyê û kilînîkên pê ve girêdayî berhev kirin.
Ji aliyê xwe ve, Dr.Basim El-Elî pisporê nexweşiyên zarokan, diyar kir ku nexweşxane di dema dawî de rastî zexteke mezin tê, bi taybet piştî vegera welatiyan ji Libnanê .
Ji destpêka vebûna wê di sala 2022an de, Nexweşxaneya Zarokan xizmetên xwe bê pere pêşkêş dike.
Rêveberiya Xweser tevî derfetên xwe yên sînordar, piştgiriya sektora tenduristiyê dike û hewlên xwe ji başkirina jiyana welatiyên herêmê dike.
