Sekreterê Partiya Roj “Kovan Keno” jî îmzekirina reşnivîsa destûrê red kir û got, hewildanên desthilata nû ya ji holê rakirina mafên pêkhateyên din, mîna yên rejîma Baas’ê ye.
Doh, Serokê desthilata nû ya Şamê Ehmed El-Şer’i, reşnivîsa destûra nû ya qonaxa veguhêz a sûriyê, ji bo 5 salên pêş, îmze kir.
Ragihandina îmzekirina reşnivîsê, bi taybetî di nav gelê Kurd û Durziyan de bû sedema nerazîbûnên berfireh.
Sekreterê Partiya Roj “Kovan Ken’o” ji rojava tv re axivî û diyar ku reşnivîsa destûra nû ne li gorî peyama di navbera QSD’ê û Şamê de hatiye îmzekirin de ye.
Kovan Ken’o tekez kir ku hewildanên desthilata nû ya ji holê rakirina mafên pêkhateyên din, mîna kiryarên rejîma Baas a şovenîst e.
Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) di daxuayaniya xwe de anî ziman ku destûra pêşniyarkirî ne li gor rêkeftina ku berî çend rojan bi desthilata Şamê re hatibû îmzekirin.
Lewma destûr ne yasayî ye û dê gelê Bakur û Rohilatê sûriyê wê qebûl neke.
