NEXWEŞXANEYA TÎŞÊ BI ALAVÊN PÊŞKETÎ LI QAMIŞLO HAT VEKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Nexweşxaneya Tîşê ku dê gelek xizmetên tenduristiyê pêşkêşî gelê herêmê bike, duh li bajarê Qamişlo hate vekirin.

Rêveberê Nexweşxaneyê Dr. Fîras Tîşê ji Rojava TV re diyar kir ku ew ê li gorî derfetên xwe xizmetê pêşkêşî nexweşan bikin.

Piştî du salên bizav û xebata berdewam, Nexweşxaneya Tîşê ku dê xizmetên tunduristiyê pêşkêşî nexweşxan bike, duh deriyê xwe bi merasîmekê li Qamişlo vekir.

Di nexweşxaneyê de alavên pêşketî û karînên ku dikarin nexweşên giran derman bikin, cih digrin ku ev yekemîn nexweşxaneya bi vî awayî li ser asta herêmê ye.

Rêveberê giştî yê nexweşxaneyê Dr. Fîras Tîşê ji Rojava TV re behsa proseya karkirina nexweşxaneyê dike.

Her wiha bijîşkên Nexweşxaneya Tîşê diyar dikin ku ew ê bi tevahî karînên xwe xizmetî gelê herêmê bikin.

Nexweşxaneya Tîşê bi tevahî alav û amûrên xwe yên pêşketî êdî dikeve qada pratîkê û bi vê yekê jî dê rê li pêşiya çûna ji bo deverên dûr were girtin.

Share This Article