Biryar bû ku doh gera 2’an a pevguhertina Dîlgirtiyan û spîkirina girîgehan ku ji xala 6’an a peymana 1’ê Nîsanê di navber Meclisa Giştî ya taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û Desthilata Şamê de hatibû îmzekirin, pêk bihate..
lê ji ber nepabendîbûna desthilata Şamê bi xalên peymanê, gera pevguhertina Dîlgirtiyan hate paşxistin.
Endama koordînasyona Kongra Star û yek ji Endamên Komîteya Cîbicîkirina Pymanê Nêrgiz Bekir da xuyakirin ku ji ber ku desthilata Şamê nexwestin çend dîlgirtiyên jin berdin, pevguhertin pêk nehat.
