LI HESEKÊ JI BO XWEDÎDERKETINA LI YPJ’Ê MEŞ HAT LIDARXISTIN

Rojava Tv
1 Min Read

Li bajarê Hesekê jî bi sedan kes ji bo piştgiriya YPJ’ê û qebûlkirina statuya wê meşek li dar xist.

Bi sedan şêniyên bajarên Hesekê, Til Temir, Dirbêsiyê û Zirganê, koçberên Serêkaniyê yên li kampên Waşûkanî û Serêkaniyê beşdarî meşê bûn.

Meş ji Çerxerêya Kevokê ya taxa Til Hecer dest pê kir û li Çerxerêya Şehîd Serhed a taxa Miftî veguherî mîtîngê.

Di mîtîngê de piştî deqeyek rêzgirtin, axaftin ji aliyê berdevka YPJ‘ê Rûksen Mihemed û Meclisa Kongra Star a Til Temirê Senaa Tamir ve hate kirin.

Axêveran diyar kirin ku YPJ’ê ya ku xwe dispêre îradeya azad, ji hemû jinan re bûye stargeh û gotin, parastina bingeha aramî û jiyanê ye.

Mîtîng bi berzkirina dirûşmên silavkirina YPJ’ê bi dawî bû.

Share This Article