Li seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê bi daxuyaniyên cuda nameyên gefxwarinê yên li dijî Rêber APO hatin şermezarkirin.
Di daxuyaniyan de hate gotin, dewleta Tirk a dagirker temamê yasayên navdewletî bin pê dike û dixwaze vîna gelên azadîxwaz ji holê rake.
Nerazîbûnên li hemberî nameyên gefxwarinê yên dewleta Tirk ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan zêdetir dibin.
Têkildarî mijarê Însiyatîfa Parêzerên Sûriyê ya Parastina Rêber Abdullah Ocalan û Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê bi daxuyanîyeke hevpar li pêşiya navenda Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Qamişlo tecrîda li dijÎ Rêber Apo şermezarkirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku dewleta Tirk a dagirker temamê yasayên navdewletî bin pê dike.
Her wiha Tevgera Ciwanên Şoreşger a bajarê Reqayê jî bi daxuyaniyekê tekez kir ku heta dawiyê ew ê têkoşîna ji bo azadiya Rêber APO bidomînin.
Tevger dibêje, dewleta Tirk a dagirker Rêber Abdullah Ocalan ji temamê mafên wî bêpar dike.
Her wiha diyar dike, hebûna wan bi hebûna Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ye.
Di dawiyê de Tevgera Ciwanên Şoreşger a Reqayê bang li ciwanan dike ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO asta têkoşînê mezin bikin.
Bi heman armancê Însiyatîfa Parêzerên Sûriyê ya Parastina Rêber Abdullah Ocalan û Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê li bajarê Kobanê daxuyaniyek dan.
Di daxuyaniyê de gefên li dijî Rêber Abdullah Ocalan bi tundî hatin şermezarkirin û hate gotin, armanca dewleta Tirk qirkirina vîna gelên azadîxwaz e.
Her wiha hate diyarkirin ku, girankirina tecrîdê li dijî temamê yasayên parastina mafên mirovan in.
Di dawiyê de hate tekezkirin ku dê heya azadiya Rêber APO têkoşîn bi xurtî bidome.
Rêveberiya Sivîl a bajarê Minbicê jî bi daxuyaniyekê tecrîda girankirî ya li dijî Rêber APO şermezar kir.
Di daxuyaniyê de hate gotin, dewleta Tirk bi awayekî sîstematîk tecrîdê giran dike û dixwaze gel û Rêber APO ji hev qut bike.
Her wiha diyar dike, Rêber Abdullah Ocalan tevî hemû zor û zehmetiyan dîsa ji bo avakirina jiyaneke birûmet li ber xwe dide.
Di dawiyê de Rêveberiya Sivîl a Minbicê banga mezinkirina asta têkoşînê kir.
