ENDAMÊN HPC’Ê TEKEZÎ LI SER PARASTINA HERÊMÊ DIKIN

Rojava Tv
1 Min Read

Endamên parastina civakî HPC ên bajarê reqayê destnîşan kirin ku parastina cehwerî rêya yekane ya li hember gef û êrişên li dijî herêmê ye.

Her wiha gotin parastina cewherî ji bo parastina herêmê pir girîng e û erka her kesî ye.

Xweparastin an jî parastina cewherî erkekî pîroz e ku ji her ferdekî di civakê de tê xwestin da ku hebûn û nirxê civaka xwe biparêze.

Ev der jî bajarê reqayê ye. ev bajar Ji dema rizgarkirina ji çeteyên daişê ji aliyê hêzên sûriya demokratîk QSD ve, xelkê wê bi xwe xwe birêve dibin, û parastina xwe ya cewherî avakirine.

Di vê çarçoveyê de, endameke parastina civakî HPC ya bajarê reqayê dibêje parastina cewherî ji bo parastina herêmê pir girîng e û erka her kesî ye.

Endameke jin a parastina civakî dibêje gelê herêmê mil bi mil parastina xwe dikin û dê gef û êrîşên erdogan vîna wan neşkîne.

Rêber Abdullah Ocalan di parêznameya xwe ya ”Parastina Gelekî” de  girîngiya parastina cewherî destnîşan dike û dibêje: “Pêwîst e parastina cewherî were rêxistinkirin û aktîvkirin, Ji ber ku ew bingeha parastina gel bi xwe ye”.

Share This Article