Ji ber nebarîna baranê di zivistana îsal de, giya û av kêm bûye.
Ev yek jî bû sedem ku sewalkarên herêmê di nava zehmetiyan de bin.
Sewalkarên herêmê bang li Rêveberiya Xweser kirin ku bi wan re alîkar bin û buhayên êmê pez kontrol bikin.
Xwediyên pez ên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji ber pêla hişkesaliyê ya giran a ku îsal li herêmê ji ber kêmbûna baranê çêbûye, rûbirûyî zehmetiyan hatine .
Kêmbûna baranê û bilindbûna pileyên germahiyê, bûn sedem ku rûbera çêregehiyê û jêderên av û êm kêm bibin.
Xelkên kantona Cizîrê jî ji ber vê rewşê bi gazinin.
Welatiyê bi navê Fener Xalid diyar kir ku ji ber kêmbûna êm û avê ew neçar ma hejmareke mezin ji sewalên xwe bifroşe.
Her wiha welatiyê bi navê Ebdullah Hemê bang li Rêveberiya Xweser kir ku bi wan re alîkar be û pêdeviyên pêwîst ji bo sewalan ji wan re pêşkêş bike.
Ji ber hişkesaliyê û kêmbûna hilberîna çandiniyê ya îsal, buhayên êmê pez û sewalan pir zêde bûye.
Vê yekê hiştiye barê sewalkarên herêmê giran bibe ku neçar bibin hejmara pez û sewalan kêm bikin.
