Piştî 14 salan îro navenda Postxaneyê ya Bajarê Amûdê bi merasîmekê hat vekirin. Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed, nûnerên saziyan û şêniyên bajar beşdarî merasîmê bûn.
Parêzgar Nûredîn Ehmed deriyê postxaneyê vekir, piştre li karmendên wê guhdarî kirin û mekanîzmeya jinûve aktîfkirinê û pêşxistina xizmetan nîqaş kirin.
Nûrdîn Ehmed di civîneke çapameniyê de anî ziman ku ew aktîfkirina hemû navendên xizmetguzariyê didomînin da ku kar û barên şêniyan bi rêxistin bikin û mûçeyan kesên teqawudbûyî bidin.
Her wiha anî ziman ku ew dixebitin ku projeyên xizmetguzarî û geşpêdanê berfireh bikin û li hemû navendan postxaneyan ji nû ve vekin.
