NAVENDA LÊKOLÎNÊN JINEOLOJÎ ROLA JINAN A DI OLAN DE NÎQAŞ KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Navenda Lêkolînên Jineolojî ya Herêma Firatê ji bo nîqaşkirina rola jinan ya di nava ol û baweriyan de, îro komxebat li dar xist.

Komxebat bi beşdariya bi dehan nûnerên ji sasaziyên Rêveberiya Xweser, li navenda lêkolînên Jineolojî ya li Kobanê, dest pê kir.

Di komxebatê de destpêkê avabûna olan û rola jinan ya di nava bîrûbaweriyan de hate nîqaşkirin.

Her wiha çawa ku pergalên desthilatdar, mijarên olî li gorî berjewendiyên xwe bi kar tînin, bûne mijarên nîqaşê.

Piştre beşdarên komxebatê nêrînên xwe anîn ziman û tekez kirin ku divê civakeke demokratîk bê avakirin.

Share This Article