Sempozyûma Duyemîn a Hunera Şêwekariyê ku ji aliyê Komîteya Çandê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Kantona Reqayê ve hate li darxistin, bi xelatkirina hunermendan bi dawî bû .
Di Sempozyûmê de 30 hunermendên ji kantonên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di bin navê ‘Firat û Reng’ beşdar bûnbûn .
Di roja dawî a Sempozyûmê de axaftin ji aliyê nûnerên Rêveberiya Xweser, Komîteya Çand û Hunerê û Tevgera Hunerê ya Mozopotamyayê ve hatin kirin .
Axêveran diyar kirin ku Armanca pêşangehê vejandina hunera şêwekariyê ye .
Sempozyûm bi xelatkirina hunermedên ku beşdarî pêşangehê bûne, bi dawî bû .
