NAVÊ ŞEHÎD QEHREMAN OMERÎ LI ÇERXERÊYA SEBI’I BEHRAT HAT KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Piştî hilweşandina Rêjîma Baisê, Hêzên Ewlekariya Hûndirîn navê Ş.Qehreman Omerî li çarxereya Seba Behrat a li bajarê Qamişlo kir.
Têkildarî mijarê kurê Ş.Qehreman, Ciwan Omerî ji RojavaTV re got: Ew ê şopdarên rêya bavê xwe bin.

8 Kanûna 2024’an ji bo gelê Sûriyê bi hemû pêkhatiyên xwe ve rojeke watedar bû, çimkî Rêjîma Bais ya ku zêdetirî 50 salan li ser erşê desthilatdariyê zilm li gelê Sûriyê dikir, hate hilweşandin.

Piştî ku paykerê Hafiz El-Esad yê li çarxereya Seba Behrat ya li Qamişlo hate rakirin, Hêzên Ewlekariya Hundirîn navê wê çerxerêyê kirin çarxereya Ş.Qehreman Omerî.

Derbarê de kurê Ş.Qehreman, Ciwan Omerî ji RojavaTV re got: Ew ê şopdarên rêya bavê xwe bin.

Her wiha Esi’ed Hendo yê ji xelkên Qamişlo bang li partiyên Kurdî kir ku ji bo parastina destkeftiyên şehîdên xwe bibin yek.

Şehîd Qehreman Omerî di destpêka Şoreşa Rojava de bi armanca parastina gelê xwe tevlî xebatên avakirin û pêşxistina Hêzên Ewlekariya Hûndirîn dibe û berî şehadetê jî cihê xwe di Rêveberiya Ofîsa Tendirustîyê ya Asayîşê de digire, roja 9 meha Çileya sala 2017an di encama teqîna mayîna ku rêjîmê di bin erebeya wî de çandibû, şehîd bû.

Share This Article