NADINE MAINZA DI SALVEGERA RIZGARKIRINA REQAYÊ DE SERDANA RÊVEBERIYA XWESER KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Endama Komîseriya Amerîkayê ya Azadiya Olan a Navneteweyî Nadine Mainza bi boneya 7’emîn salvegera rizgarkirina bajarê Reqayê serdana Rêveberiya Xweser kir.

Nadine Mainza ji aliyê Hevserokên Meclîsa Cîbcîkar a Rêveberiya Xweser Evîn Swêd û Hesen Osaman her wiha cîgirên wan Terfa Osman û Gabriel Şemon ve hat pêşwazîkirin.

Nadine Mainza di serdana Rêveberiya Xweser de daxuyaniyek çapemeniyê da û tê de 7’emîn salvegera rizgarkirina bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞ pîroz kir.

Her wiha Nadine spasiya Rêveberiya Xweser ji bo xebatên wê yên têkbirina DAIŞ, piştgiriya pêkhateyên herêmê û pêşxistina jiyana hevbeş kir.

Endama Komseriya Amerîkayê ya Azadiya Olan a Navneteweyî Nadine Mainza êrîşên dewleta Tirk şermezar kir û destnîşan kir ku armanca êrîşan astengkirina projeya Rêveberiya Xweser e.

Share This Article