MSD’Ê TÊKILDARÎ REWŞA SÛRIYÊ Û PEYAMA 10’Ê ADARÊ CIVÎNEK SAZKIR

Rojava Tv
1 Min Read

Ofîsa Têkiliyên Giştî ya MSD’ê li Hesekê bi sernavê “Peymana 10`ê Adarê û şêwazên lihevkirinê ber bi Sûriyeke pirreng û nenavendî ve” civîneke berfireh li dar xist.
kesayetên civakî, rûspiyên eşîran, nûnerên mezhebên cuda, nûnerên QSD’ê û YPJ’ê, tevgerên siyasî û rêxistinên jinan beşdarî civîna li Navenda Çandê ya Tevgera Hîlal Zerîn bûn.

Di civînê de Endama Fermandariya Giştî ya YPJ’ê Viyan Adar diyar kir ku, QSD amade ye peymanê pêk bîne û li gorî prensîbên exlaqî tevahiya Sûriyê biparêze.

Her wiha Hevserokê Ofîsa Têkiliyên Giştî ya MSD’ê Mihemed Elî jî anî ziman ku MSD, Rêveberiya Xweser û QSD amade ne ku ji bo avakirina Sûriyeke nû ezmûnên xwe parve bikin.

Piştî axaftinan beşdarên civînê nêrînên xwe anîn ziman, beşdaran di nêrînên xwe de piştgiriya xwe ji bo QSD’ê, Rêveberiya Xweser û peymana 10’ê Adarê anîn ziman.

Share This Article