LI HELEBÊ ROJA MAMOSTEYAN A CÎHANÊ HAT PÎROZKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Mamosteyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi boneya Roja Mamosteyan a Cîhanê şahiyek li darxistin.

Şahî li li qada Dibistana Şehîd Cûdî Amanos bi beşdariya mamoste, nûnerên Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM û endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî birêve çû.

Di şahiyê de axaftin li ser navê TEV-DEMʹê hat kirin, di axaftina de behsa girîngiya parastina fedakariyên şehîdan û xwedîderketina li zimanê kurdî hat kirin.

Paşê Yekitiya Mamosteyan a Helebê mamosteyên ku beşdar bibûn xelat kir.

Şahî bi stranan û gerandina govendê bi dawî bû.

Share This Article