Encumena Sûriya Demokratîk MSD, îro li bajarê Hesekê komxebatek ji bo nîqaşkirina êrîş û gefên Tirkiyê saz kir.
siyasetmedar, rewşenbîr û partiyên siyasî li ser daxwaza Nivîsgeha Têkiliyan a MSD’ê beşdarî komxebatê bûn.
di komxebatê de destpêkê geşedanên siyasî yên dawiyê hatin gotûbêjkirin , Paşê êrîşên Tirkiyê yên vê dawiyê û bandorên wê yên li çareserkirina krîza Sûriyê bûn mijarên nîqaşê.
Beşdarên panelê tekez kirin ku êrîşên Tirkiyê temenê krîza Sûriyê dirêjtir dike.
