Hunermendê Kurd ku bi navê mîrê bizqê tê naskirin,Seîd Yûsif di salvegera koça xwe ya 5ʹyemîn de li Qamişlo hat bibîranîn.
di merasîma bîranînê de bi dehan ji şêniyên bajarê Qamişlo, malbata hunermend Seîd Yûsif, hunermend, rewşenbîr, , nûnerên partiyên siyasî û Rêveberiya Xweser beşdar bûn.
merasîma bîranînê bi deqeyeke rêzgirtin her wiha naskirina jiyana hunermend seîd yûsif destpêkir.
paşê, Kurê Seîd Yûsif, Lawîn Yûsif ,hunermed sefqan orkêş û hin hunermendên din stran gotin.
di dawiya merasîmê de, Xelata 5`mîn a Seîd Yûsif diyarî Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk QSD Mazlûm Ebdî û berxwedêrên Bendava Tişrînê hat kirin û radestî hevserokê meclisa malbatên şehîd û wendahiyên şer, Rêzan Gulo hat kirin.
Hunermend Seîd Yûsif sala 1947’an de li Qamişloyê jidayik bûye, di 18 saliya xwe de dest bi hunerê kir û sedan stran çêkirine û di (74) saliya xwe de koça dawî kir.
MÎRÊ BIZQÊ SEÎD YÛSIF LI QAMIŞLOYÊ HAT BIBÎRANÎN
