Mîhrîcana Helbestên Gelêrî ku li bajarê Reqayê bi sernavê “Reseniya Cizîrê li ser qeraxên Firatê” bi stranan û xelatkirina hejmarek helbestvan bi dawî bû.
Di çalakiyên roja dawî de, hevserokên Desteya Çandê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Desteya Çandê ya Kantona Reqayê, nûnerên Meclisa Gelan a Demokratîk a Reqayê û nûnerên Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiyayê amade bûn.
Hevseroka Desteya Çandê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Serfrez Şerîf diyar kir ku helbesta gelêrî, bi hemû dilsozî, efewî û kûrahiya xwe, neynik û giyanê civakê ye.
Mîhrîcana bi xelatkirina helbestvanên beşdar ji aliyê Desteya Çand û Şûnwaran a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve bi dawî bû.
