Şaredariya gel a gundê Tenûriyê li gundê Til zîwan yê ku dikeve nêzî bakurê bajarê Qamişlo dest bi projeya torên avrêjiyê kirye.
Li gorî Hevserokê Şaredariyê Dirêjahiya projeyê hezar 500 metre ye û wê di heyama 60 rojan bi dawî bibe.
Şaredariyên gel ên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê di plansaziya xwe ya sala 2024’an, gelek projeyên xizmetguzariyê danîn pêşiya xwe, ji wan projeyan jî projeyên kanalîsazyonê bû.
Li gundê Til zîwan yê ku dikeve nêzî bakurê bajarê Qamişlo 6 rojin projeya kana lîsazyonê dest pêkiriye.
Proje ji aliyê şaredariya gundê tenûriye ve hatiye destpêkirin.
Dirêjahiya pirojeyê hezar û 500 metre ye û Lêçûna wê jî 75 hezar dolarên emrîkî ye .
Têkildarî mijarê, Hevserokê Şaredariya gundê Tenoriyê Xorşîd Mihemed behsa girîngiya pirojeyê kir û got, proje li ser daxwaza xelkên gund hatiye destpêkirin.
Her wiha Xwediyê Kampanya Lorkan Izedîn Ibrahîm jî da xuyakirin ku, ew rojane ji 70 heya 80 boriyên kanlîsazyonê bi cih dikin.
Li gorî Hevserokê Şaredariya gundê Tenoriyê ya bajarê Qamişlo projeya kanalîsazyonê wê di heyama 60 rojan bi dawî bibe, her wiha li ser 4 projeyên din jî kar bidin meşandin.
