MÎHRÎCANA FÎLMAN A JINAN A NÛJIYAN DI ROJA 7’AN DE BI DAWÎ BÛ

Rojava Tv
1 Min Read

Bi dirûşma “Nerîna Wê ji Azadiyê ye, Çîroka Wê ji Berxwedanê ye” 25`ê Gulanê Yekemîn Mîhrîcana Filman a Jinan a şehîd Nûjiyan li bajarê Qamişlo li dar ket.

Mîhrîcan ji hêla Kollektîfa Kezî ya Jinên Sînemager û bi piştgiriya Sîne Jin a Rojava, Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn, sînemagerên jin ên li Ewropayê û bi alîkariya Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê hatibû birêxistinkirin.

Mîhrîcan duh di roja 7’an de li Parka Azadî ya bajarê Qamişlo bi dawî bû.

Endama Komîteya Amadekar a Mîhrîcanê Dîrok Kartos behsa girîngiya mîhrîcanê kir.

Li gorî bernameya Mîhrîcana Fîlman a Jinan a şehîd Nûjiyan nêzî 40 fîlm, belgefîlm û kurtefîlmên cur becur hatin pêşandan.

Mîhrîcana Fîlman a Jinan a Nûjiyan yekem care ku li ser asta Rojavayê kurdistanê tê lidarxistin.

Li gorî Komîteya Amadekar mîhrîcan dê her sal li Rojava bi pêşandana film û kurtefilman were lidarxistin.

Share This Article