WELATIYÊN HERÊMÊ JI QUTBÛNA ELEKTRÎKA JENERATORAN BIGAZIN IN

Rojava Tv
1 Min Read

Piştî ku yekîtiya şaredariyan nirxê her empêreke 24 seat bi ‎10 dolarên emrîkî destnîşan kir, xwediyên jînatoran ji aliyê xwe ve nirx buhatir kirin.

di heyama çend rojên derbasbûyî de bi taybet li bajarê Qamişlo û Hesekê xwediyên jînatoran elektirîkê jî li ser ‎welatiyan qut dikin.‎
welatiyên bajarê Qamişlo ji ber vê yekê dilgiranin û daxwaz ji aliên peywendîdar dikin ku gerên çavdêriyê zêde bikin û vê pirsgirêkê çareser bikin..

Hevserokê Ofîsa Jînatoran ya şarederiya bajarê Qamişlo ‎Xalid Cuma dibêje ku kesên ku van kirinan li welatiyan dikin, ji aliyê Şaredariyê ve hatin ceza kirin.

‎li gel hatina Remezanê ku pêdiviya xelkên herêmê bi ceyranê heye, di nav neşopandinekê ji aliyê çavdêriyê ve kirîza qutbûna elektirîkê li herêmê dewam dike.

li aliyekî din yekîtiya şaredariyan nirxê empêrên ku rojan e 8 seatan dixebitin bi 1 dolarê Emerîkî û yên 16 setan bi 9 dolarê Emerîkî û yên ku 24 seatan dixebitin bi 10 ‎dolarê emrîkî destnîşan kirne.

Share This Article