BI HEZARAN ŞÊNIYÊN EFRÎN Û ŞEHBAYÊ ÊRÎŞÊN 20’Ê ÇILEYÊ ŞERMEZAR KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Bi hezaran şêniyên Efrîn û Şehbayê bi meşekek girseyî salvegera 5’emîn a êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Efrînê şermezarkirin.

Meş bi diruşma “Efrîn ya me ye û wê ji me re bimîne” li navçeya Til Rifet a Şehbayê hate lidarxistin.

Di meşê de wêneyên pakrewanên Berxwedana Serdemê, û pankertên bi nivîsên “Dîktator Erdogan mirovên bê sûc û guneh dikuje” hatin hildan.

Meş li qada navçeyê veguherî mîtîngê, Di mîtîngê de hate gotin ku Efrîn ya Efrîniyane û wê ji Efrîniyan re bimîne. Ew ê bi rihê berxwedana xwe rizgarkirina Efrîn misoger bikin.

Share This Article