ROLA ÇAPEMENIYÊ DI BALKIŞANDINA PIRSGIRÊKÊN CIVAKÎ DE

Rojava Tv
1 Min Read

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li gel şopandina rûdana aloziya li Sûriyê û balkişandin li ser bûyer û kiryarê ku di nava Sûriyê de rûdidin, rola ragihandinê di balkişandina li ser pirsgirêkên civakê li herêmê de lawaz bûye ..

piraniya sazî û dezgehên ku li Sûriyê kar dikin, li gor siyaseta xwe belê dikişînin ser alozî û qeyrana ku li Sûriyê rûdidin û pirsgireken civakê paşguh dikin.

rojnamevan Ebdulhelîm Silêman destnîşan kir ku pirsgirêkên civakê bi balkişandina ragihandinê çareser dibin.

rojnamevan Heybar Osman jî diyar kir ku ji ber mijûlbûna ragihandina herêmî û cîhanî li ser mijarên giringtir, di aliyê şopandina pirsgirêkên civakê de lawazî çêbû.

Rêya ragihandinê yek ji amûrên herî girîng e ku dikare guhertina pozîtîf biafirîne û hîşê giştî bilind bike. Lê gelek caran ragihandin balê nakişîne ser pirsgirêkan civakî ew jî dibe sedema zêdekirin û kûrkirina pirsgirêkê..

Share This Article