Kongreya Îslama Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bajarê Qamişlo bi şahiyekê salvegera rojbûna pêxember Mihemed pîroz kir.
Kongreya Îslama Demokratîk li navenda xwe ya bajarê Qamişlo bi beşdariya şênî, îmamên mizgeftan, nûnerên ji eşîrên Ereb û endamên saziyên Rêveberiya Xweser bi şahiyekê rojbûna pêxember Mihemed pîroz kir.
piştî deqeyeke rêzgirtin, li ser navên Kongreya Îslama Demokratîk û Meclisa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk axaftin hat kirin û banga jiyana hevbeş li gorî exlaqa îslamê hat kirin.
Şahî bi srûdên olî û belavkirina şêraniyê bi dawî bû.
