MECLÎSA WERZÎŞÊ YA KANTONA FIRATÊ ÇALAKIYEKE WERZÎŞÎ LI BAJARÊ KOBANÊ LI DAR XIST

Rojava Tv
1 Min Read

Ji bo xortkirina asta ciwanan û pêşketinên wan di warê werzîşê de, Meclîsa Werzîşê ya kantona Firatê çalakiyeke werzîşî li bajarê Kobanê li dar xist.

Çalakî li baxçeyê şehîd Koçero li dar ket û tê de 12 keç û xort beşdar bûn û li ser dû pêşbirkan hatin dabeşkirin

Bêşbirka yekem a ajotina bisiklêtan bi dûrahiya 200 metreyan bû û tê de 6 zarok beşdar bûn

Bêşbirka duyem jî ya bezê bû û tê de 6 keçên temen cuda, ta 200 mtreyî ketin pêşbaziyê.

Piştî dawîbûna bêşbirkê, Meclîsa Werzîşê ya kantona Firatê gul li ser kesên beşdar bûne belavkirin.

Share This Article