Ji bo nîqaşkirina pêşketinên dawî yên li Sûriyeyê û yekkirina nêrînan li ser pêşeroja welêt, Meclisa Sûriyeya Demokratîk civîneke berfireh ji pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re li bajarê Hesekê li dar xist.
Civîn bi girtina biryaran û erêkirina encamnameyekê bi dawî bû.
Piştî 9 mehan ji ketina rejîma berê, hîn jî rewşa Sûriyê di nav aloziyeke asê de maye. Ev rastiya aloz, ji bo civaka Sûriyeyê, rê li ber avakirina paşerojeke ewle û aram digire û gavên çareseriyê dereng dike.
Ji bo nîqaşkirina pêşketinên van aloziyan û yekkirina nêrînan li ser pêşeroja Sûriyê, Meclisa Sûriyeya Demokratîk civîneke berfireh ji pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re li bajarê Hesekê li dar xist.
Civîna berfireh a MSD`ê tê de hevserokatiya meclisê, endamên wê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û nûnerên partiyên siyasî yên di bin sîwana MSD`ê de tev li civînê bûn.
Der barê civînê de, Berdevka Yekîtiya Jinên Êzdî ya Sûriyê, Hediya Şemo ji Rojava TV re axivî û paşperdeya civîna lidarketî aşkere kir.
Endamê Meclisa Sûriyeya Demokratîk Ezîz Silêman jî destnîşan kir ku rewşa li Sûriyê pêwîstiya xwe bi guhrtinê heye û MSD’ê aktorekî serekê yê vê guhertinê ye.
Civîna berfireh a MSD`ê bi encamnameykê bi dawî bû, ji wan: Xurtkirina aramiya navxweyî û pêşîlêgirtina li kaoseke nû ya Sûriyeyê, avakirina Sûriyeyeke yekgirtî, piralî û nenavendî.
