Meclîsa Malbatên Şehîdan û Şaredariya Gel ên bajarê Çelebiyê yê Kobanê ku saziyên wan ji ber êrişan ji xizmetê derketibûn, careke din aktîv kirin.
Meclîsa Malbatên Şehîdan û Şaredariya Gel ên bajarê Çelebiyê yê girêdayî herêma Kobanê ku saziyên wan ji ber êrişan ji xizmetê derketibûn, careke din hatin aktîvkirin.
Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Çelebiyê têkildarî mijarê diyar kir ku piştî demeke ji şer ew careke din navenda xwe dixin xizmetê û ew bi hêvî ne hemû saziyên ku ji ber şer ji xizmetê derketibûn, careke din werin aktîvkirin.
Girêdayî mijarê, Şeredariya Gel a Çelebiyê jî diyar kir ku piştî şerekî dijwar ku navenda wê ji xizmetê derketibû ew careke din şaredariya gel dixin xizmeta gelê xwe û ew ê hîna zêdetir kar û xebat bikin.
Weke di dîmen û wêneyan de xuya dike ku gelek ziyanên madî li van her du navendan bûne. Şaredariya Gel û Meclîsa Malbatên Şehîdan ruxmî van ziyanan jî, navendên xwe dixin xizmetê û wê sererast bikin.
