MECLISA MALBATÊN ŞEHÎDAN: ARMANCA TIRKIYÊ TÊKBIRINA PROJEYA NETEWEYA DEMOKRATÎK E

Rojava Tv
1 Min Read

Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê êrîşên dagirkeriyê ên li dijî binesaziya Herêmê şermezar kir û banga mezinkirina asta berxwedanê kir .

Encumenê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku armanc ji êrîşên li dijî Herêmê têkbirina projeya neteweya demokratîk e .

Her wiha Encumenê piştrest kir ku dê gelê Herêmê li hember Êrîşan asta berxwedan û têkoşînê bilindtir bike .

Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li Neteweyên Yekbûyî û saziyên mafên mirovan kir ku li hember êrîşan bi erkên xwe rabin.

Share This Article