MECLISA JINÊN SÛRIYÊ BI KOMXEBATEKÊ BANDORÊN KOÇBERIYÊ NÎQAŞ KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Meclisa Jinên Sûriyê ji bo nîqaşkirina bandorên koçberiyê yên li ser jin û zarokan, îro komxebatek li bajarê Qamişlo li dar xist.
Bi dehan nûnerên rêxistinên jinan, saziyên Rêveberiya Xweser, çalakvan û koçberên ji herêmên dagirkirî beşdarî komxebatê bûn.
Di komxebatê de sedemên koçberiyê û bandorên wê yên neyînî hatin nîqaşkirin.
Her wiha cudahiyên di navbera koçberî û penaberiyê de jî bûn mijarên giring ên nîqaşê.
Piştre sinivizyonek hate pêşandan.
Komxebat bi encamnameyekê bi dawî bû û tê de tekezî li ser parastina jinên koçber hate kirin.

Share This Article