MECLISA JINAN YA KONGREYA ÎSLAMA DEMOKRATÎK: DIVÊ ZAROK BÊN PARASTIN

Rojava Tv
1 Min Read

Meclisa jinan ya Kongreya Îslama Demokratîk bi daxuyaniykê kuştina Narîn Guran û qanûna zewicandina zarokan a di parlamentoya Iraqê de hatiye pêşniyarkirin, şermezar kir.
Di daxuyaniyê de meclisa jinan diyar kir, qanûna zewicandina zarokan nayên pejirandin û mafên zarokan bin pê dike.
Her wiha got, her kesê ku vê biryarê pêk bîne divê bê cezakirin.
Meclisê qanûna Iraqê weke tawanek li dijî zarokan bi nav kir û banga hilweşandina wê kir.
Her wiha Meclisa jinan ya Kongreya Îslama Demokratîk kuştina Narîn Guran a 8 salî jî şermezar kir û banga cîbicîkirina edaletê kir.

Share This Article